PYD’ê salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê, bi daxuyaniyekê pîroz kir û weke roja vejîna gelê Kurd û gelên Kurdistanê bi nav kir.
PYD’ê di daxuyaniya xwe wiha got:
“Ev pêngava ku di kesayeta fermandarekî leşkerî ku di xwe de hemû nirxên mirovahiyê çandin de hate destpêkirin,
îro di dîroka gelên herêmê de bûye feraseteke şoreşgerî a ber bi azadî û demokrasiyê ve.
Ruhê ku biryardariya Pêngava 15`ê Tebaxê afirandiye, îro biryardariya serkeftinê ya şoreşgerên azadiyê li tevahî herêmê afirandiye.
Ev ruh bûye bingeha feraseta jiyana azad, şoreşa civakî û şoreşa jinan.
Berxwedana gelên şoreşger gihîştiye lutkeyê û ji her demê zêdetir îro nêzî azadî û demokrasiyê ne.
Li ser vê esasî divê em zêdetir girêdayî fikr û felsefeya Pêngava 15`ê Tebaxê bin û xwe tê de kûr bikin.