Mûrad Karayilan ji bo Ebûzêyd Ebdullah Ubeyd peyama sersaxiyê weşand

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan ji bo welatiyê Wargeha Pengaberan a Mexmûrê Ebûzêyd Ebdullah Ubeyd ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, peyama sersaxiyê weşand. Karayilan di peyama xwe de dibêje: “Dijmin di şexsê hevalê Ebûzêyd de welatparêziya Wargeha Penabera a Mexmûrê hedef girtiye.”

Di 29’ê Tebaxê de dewleta Tirk ya dagirker bi balafirên bêmirov êrişek li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk anî. Di encama êrişê de welatiyê ji kampê Ebûzeyd Abdullah Ubeyd şehîd bû.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrad Karayilan bi wesîleya şehadeta Ebûzêyd Ebdullah Ubeyd peyameke sersaxiyê weşand.

Karayilan ji malbata şehîd Ebûzêd, gelê wargehê û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Mûrad Karayilan: Heval Ebûzêyd di şoreşa me de 35 salan ked daye

Mûrad Karayilan di peyamê de bal kişand ser kesayet û tekoşeriya Ebûzeyd Abdula û diyar kir şehîd Ebûzeyd di şoreşê de kesekî xwedan ked bû û wiha dewam kir:

“Heval Ebûzeyd 35 sal di nava têkoşînê de bû.

Bi sekna xwe ya welatparêzî û bi biryar bû mînakekî mezin.

Hevalê Ebûzêyd di Kurdistanê de temsîla welatparêziyê, mêrxasî û fedakariyê ye.

Wekî kesekî ji Botanê, ji eşîra Goyiyan bi keda xwe ya salan û bi têkoşîna xwe xwedî rol û rûmet bû.

Ew herdem dilsozê Rêber Apo, Kurdistanê û şehîdan bû.”

Mûrad Karayilan: Dewleta Tirk di şexsê kesên pêşeng de êrişî welatparêziya Kurd dike

Karayilan diyar kir ku dijmin di şexsê Ebûzêyd de welatparêziya Wargeha Mexmûrê hedef girt û wiha got, “Çawa ku di şexsê welatparêzê hêja Mamoste Şemal welatparêziya Soran kirin hedef, li Rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo kirin hedef, niha jî li Wargehê de hevalê Ebûzêyd kirin hedef.

Ew êrişên dewleta Tirk ya faşîst û qirker ne ji rêzêye û li dijî welatparêziya gelê Kurd e.

Bi van êrişan dixwazin derbê li welatparêziya Wargehê bixin û tesfiye bikin.

Mûrad Karayilan: Divê gelê wargeha Mexmûrê li dijî van êrişan rêxistiniya xwe xurt bike

Divê ku gelê me yê Wargehê ji van êrişên dijmin ên li ser rûmeta Wargehê encam derxîne û teqez divê rêxistin û yekbûna xwe xurt bike û wisa ji êrişên dijmin re bibe bersiv.”

Di dawîyê de Mûrad Karayilan bang li tevahî gelê Kurdistanê kir ku li hember qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk xwedan helwest bin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button