Rejîma AKP’ê tevî dîmenan karanîna çekan red dike

Bêtirî 6 mehane dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh daye despêkirin.
Li dijî vê dagirkeriyê gerîla bi berxwedaniyeke bê hempa bersivê dide dagirkeriyê.
Dewleta Tirk a bi karanîna çekên kîmawî dixwaze bigihêje armancên xwe.
Dîmenên herî dawî yên karanîna çekên kîmawî û şahadeta gerîlayan li nava kurdistan û derve deng da.
Tevî dîmenan rejîma AKP’ê ev yek red kir.
Ji HDP’ê û Yekîtiya Tebîbên Tirk banga lêkolînê hatin kirin.

Ji 14’ê Nîsanê ve dewleta Tirk a dagirker li dijî xaka başûrê Kurdistanê êrişeke berfirhe daye despêkirin.

Di van êrişan de, heta niha nêzî 2500 caran çekên kîmawî bikar aniye.

Hêzên Parastina Gel HPG’ê di her daxuyaniyekê de ji raya giştî re radigihan ku dewleta Tirk çekê kîmawî bikar tîne.

Dimenên ku herî dawî hatin parvekirin, êdî asta hovîtiya dewleta Tirk raxist berçavan.

Lê tevî vê jî Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk îdia kir ku artêşa Tirk çekên kîmawî di şerê li dijî Gerîlla de bikar ne aniye.

Di peyama li ser hesabê Twitterê hate parvekirin de, careke din zimanê faşîstane hate bikaranîn û êrişî kesên daxwaza lêpirsîneke li ser mijarê hate kirin.

18’ê Cotmehê ajansa ANF’ê dimenê gerîlayên bi çekên kîmawî şehîd bûne parve kir.

HPG’ê jî ragihand ku di van êrişan de 17 gerîla bi çekên kîmawî şehîd bûne.

Demîrtaş: Divê lêkolînek li ser mijarê were kirin

Piştî dengvedana dimenên li ser medya civakî, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo lêkolîna li herêmê banga şandeyeke navneteweyî kir.

Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got:

“Li ser medyaya civakî dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî li dijî endamên PKK’ê hene. Divê şandeyeke serbixwe ya navneteweyî ji bo tespîtkirina rewşê û lêkolînê biçe herêmê. Divê şert û mercên vê yekê bên bicihanîn.”

Demîrtaş: Sûcdar wê teqez li pêşberî daraza serbixwe hesab bidin

Demîrtaş anî ziman ku sedem çi dibe bila bibe, bikaranîna çekên kîmyewî li hemû cîhanê sûcekî giran e, sûcê eşkere yê sûcekî wiha hikûmeta AKP-MHP’ê ye ku di polîtîkaya şer de sînoran nas nake.

Demirtaş bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Bila tu kes kêliyekê jî ji bîr neke ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye û ji bo sûcên li dijî mirovahiyê qanûnek sînordar nîne. Kesên ku sûcekî bi vî rengî bikin wê teqez li pêşberî daraza serbixwe hesab bidin.”

HDP: Karanîna çekên kîmawî wê bi bêdengî derbas nebe

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di cîvîna Meclista Tirkiyê de, li ser mijarê axivî û xwest berpirs têkildarî bûyerê daxuyaniyek têrker bidin.

Beştaş diyar kir ku ev yek wê bi bêdengiyê derbas nebe û daxwaza lêkolînekê kir.

TTB: Divê lêkolînek bê kirin

Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci ji Televsiona Medya Haberê re axivî.

Fincanci diyar kir ku wê dîmenên li ser medyaya civakî temaşe kirine, lêkolîn kirine û wiha got:

“Eşkere ye ku yek ji gazên jehrî û gazên kîmyewî yên ku rasterast bandorê li pergala demar dike hatiye bikaranîn.”

Fincanci anî ziman ku divê komîteyên serbixwe li herêmê di çarçoveya peymanên navneteweyî de lêkolînan bikin û got,

“Li vir tişta girîng ew e ji bo berpirsyariya dewletên ku çekên bi vî rengî bi kar tînin, lêpirsînek bi bandor bê kirin û komîteyên serbixwe bên avakirin. Divê beşdarî vê lêpirsîna bi bandor bibin.”

Back to top button