Endamên Desteya Eşayîrî û Meclîsa Gel ya Şengalê xwestin dawî li şer bê anîn û gotin;
“Gerîla ji bo me ji fermanan rizgar bike, hertişt ji me re kirin, em ê jî heta dawî li wan xwedî derkevin.
Ji Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mîrza Bekir bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir û got :
“Ev tiştekî der ehlaqî ye.
Li ti derê cîhanê nayê qebûl kirin ku çekên kîmyewî werin bikaranîn, bi taybet jî li dijî gerîla.
Bi hemû beşên civakê divê em hevgirtî bin û nehêlin dijmin bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla bikin.”
Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Mîrad Nemir jî ev yek anî ziman :
Em Êzidî, Şia, hemû Şengalî divê bo gerîla em tekoşîn bikin.”
Endamê Meclîsa Gel ya Navenda Şengalê Xêro Qasim jî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û got;
“Dema gerîla 3’yê Tebaxa 2014’an gerîla bi hawara me ve hat , em jî heta dawî li gel wna bin û wan nehêlin. “