Zelensky daxwaza 38 mîlyar dolar kir

Welatên Rojava ji bo ji nûve avakirina Ukrayna xwe dikin yek.
Di konferansa li Berlînê hate lidarxistin de, Almanya Plana Marshall anî rojevê.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî got, ji bo valatiya di aboriyê de ji holê bê rakirin, pêwistî bi 38 mîlyar dolarî heye.

Li paytexta Almanya Berlînê bo piştevaniya Ukrayna konferansek hate lidarxistin.

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky jî bi rêya vîdeo beşdarî konferansê bû.

Zelensky ji bo ji nûve avakirina welat ya bo 2023’an daxwaza alîkariyê ji qada navnetewî kir û wiha got,

“Hejmarek mezin heye, 38 mîlyar dolar pêwiste.”

Zelensky diyar kir ku ew bi hêvî ne ji ber kêmasiya bûdceyê “îro” biryara alîkariyê were dayîn û daxuyakirin ku ev pere ji bo dayîna mûçeyên doktor û mamosteyan lêçûnên din pêwîst e.

Serokomarê Ukraynayê bal kişand ser wê yekê ku ji sêyan yekê sîstema binesaziya Ukraynayê ji ber êrîşên esmanî yên Rûsyayê wêran bûye.

Scholz: Plana Marshall a ji bo sedsala 21.

Gelek nûnerên hikûmetê, pispor, rêxistinên navneteweyî û endamên sivîl beşdarî konferansê bûn.

Konferans li ser vexwendina serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen hat lidarxistin.

Serokwezîr Scholz di vekirina rêxistinê de axivî û got;

Ji nûve avakirina Ukraynayê peywirek e ku wê bi nifşan re bimîne û “divê tavilê dest pê bike”.

Scholz alîkariya ku ji Ukraynayê re hewce dike wekî “ji bo bicihanîn û bidestxistina Plana Marshall a sedsala 21.” bi nav kir.

Plana Marshal, paketek ya alîkariya aborî ye.

Ev plan piştî şerê cîhanê yê 2. di 1947’an de hate pêşniyarkirin û 1948-1951’an ket meryetê.

Çavkaniya planê ya Amerîka li dijî welatên konominîst e.

16 welatan, ji vê plana aborî ya Amerîka karîne alîkariyê bigrin û aboriya xwe baş bikin.

YE: Divê em ji sêyan yekê lêçûna Ukrayna bigrin ser xwe

Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen di konferansê de axivî û diyar kir ku divê sala bê ji sêyan yekê lêçûnên Ukraynayê ji aliyê YE ve were dayîn.

Divê ji her du aliyan ve mekanîzmayên pêbawer bên avakirin.

Back to top button