Rêxistina Mafên Mirov a Îranê: Herî kêm 234 xwepêşander hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê diyarkir ku di xwepêşandanên ku zêdetirî meheke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de, heta niha herî kêm 29 jê zarok 234 kes hatine kuştin.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê bîlançoyek nû ya qurbaniyên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Rêxistinê diyarkir li gor agahiyên li ber destê wan heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 234 kes hatine kuştin, ji wana 29 kes jê temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.

Li gor amarên rêxistinê, heta niha li 21 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kuştina xwepêşanderan hatine tomarkirin, herî zêde jî li parêzgehên Sîstan û Belûcîstan, Mazenderan, Tehran, Gîlan û Sine.

Back to top button