Artêşa Tirk di sûcên şer de berdewam e

Ji 17’ê Nîsana îsla ve, artêşa Tirk tevî hemû hêza xwe teknîka dijwar jî li hemberî berxwedana gerîllayên Kurdistanê bê çare ye.
Ji ber vê yekê hemû pîvanên navneteweyî binpê dike.
HPG’ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa dawî ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, raya giştî agahdar kir.

Li gorî daxuyaniyê,

Li Herêma Zapê, 30’ê Cotmehê, dagirkerên li derdora qada Çemço bûn armanca lêdana gerîllayên sekvan.

Di encamê de leşkerek birîndar bû.

Heman rojê li dijî dagirkerên li qada Sîda jî 4 caran çalakiya bi çekên giran pêk hat.

Li herêma Metînayê jî 29’ê Cotmehê dagirkerên li qada Girê Cûdî bûn armanca çalakiya bi çekên giran.

“Artêşa Tirk 20 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bikar anî”

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê encama êrişên dewleta Tirk jî parve kir.

Li gorî vê,

Roja 29’ê Cotmehê,

Artêşa Tirk 9 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Heman rojê Herêmên Parastinê yên Medyayê 9 caran ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.

Back to top button