HDP’ê sersaxî ji xelkê Silêmanî û Başûrê Kurdistanê re xwest

Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê têkildarê teqîna Silêmaniyê daxuyaniyek da û sersaxî ji xelkê Silêmanî û Başûrê Kurdistanê re xwest. 

Hevberdevkên Komîsyona Karûbarên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy di derbarê teqîna Silêmaniyê pêk hat

Û di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Em ji ber vê teqînê û encamên wê yên mirovî gelek xemgîn in. Serê hemû malbatên qurbaniyan, serê gelê Silêmaniyê û serê hemû gelê Herêma Kurdistanê sax be.

Em ji bo birîndaran şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin demildest tendûristiya wan baş be.”

Back to top button