Şêniyên Kobanê banga azadiya Rêber Apo kirin

Çalakiyê gel ên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin. Li bajarê Kobanê li dijî tecrîdê çalakî û daxuyanî hatin lidarxistin û tê de peyama bilindkirina tekoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate dayîn.

Şêniyên navçeya Şêran a bajarê Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan.

Şêniyan tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî kirin.

Şêniyan bang li gelên azad ên cîhanê kirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocelan bikevin tevgerê.

Malbatên şehîdan ên herêma Firatê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê der barê tecrîdê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Ronahî Ehmed ve hate xwendin.

Ronahî Mihemed di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocelan û qedexekirina mafê hevdîtinê ne qanûnî ye.

Di dawiyê de Ronahî Mihemed bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û dawî li tecrîdê bînin.

Back to top button