Tecrîda giran a li dijî Rêber Apo, li Amedê bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin. Ji bo çalakger negihêjin hev, polîsan dor li wan girtin û rê girtin. Di meşê de rêveberên HDP’a bajar û navçeyê Êlihê hatin destgîrkirin.
Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên Kurdistanî û demokratîk li dijî tecrîdkirina Rêber Apo û polîtîkayên şer, li Amedê meşek lidar xistin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê jî di nav de gelek kes li dora Parka Koşûyolû li Xaçerêya Oryil, Peykerê Jiyanê û Batikentê li hev civiyan.
Ji bo çalakger negihêjin hev, polîsan dor li wan girtin û rê girtin.
Ji bo girse negihêjin hev polîsan dor li wan girtin
Girseya gel nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da û dirûşmeyan qîriya.
Tevî dorpeça polîsam girse demek dirêj li ser rê li hev kombûn.
Li vir parlamenterê HDP’ê û biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan axivî.
Omer Ocalan: Daxwaza me tenê hevdîtina bi Rêber Apo re ye
Omer ocalan diyar kir daxwaza wan tenê bila hevdîtina malbat û parêzeran bi Rêber Apo re pêk were û got: “Em tiştekî taybet naxwazin.
Di qanûnên dewleta Tirk de ji bo girtîgehan çi tê xwestin em jî wê dixwazin.
Mafê hevdîtinê yê Rêber Apo heye.
Niha zilmekî mezin heye, tecrîd didome û belavî li her cihê bûye.
Li vir hewl tê dayîn vîna gelê Amedê bê şikandin. Daxwaza gel a li vir zelal e û terîda li ser Rêberê xwe qebûl nake”
Salîha Aydenîz: Her cih di bin tecrîdê de ye
HevserokA DBP’ê Salîha Aydenîz jî di nava dorpêça polîsan de xîtabî gel kir û got: Ziravên wan diqete. Wekî hun jî dibînin her cih di bin tecrîdê de ye.
Hemû cîhan faşîzm û polîtîkayên wan yê şer dîbîne û dizane.”
Di dema axaftina Salîha Aydenîz de polîsan ji bo astengkirina rojnamevanan mertalên xwe rakirin jor.
Xelkê li pişt dorpêçê de pitgirî dan Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û bertek nîşanî polîsan dan.
Rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyê êlihê hatin binçavkirin
Di meşê de rêveberên HDP bajar û navçeyê Êlihê Yakûp Orak û Hayrettîn Demîrcî hatin destgîrkirin.
Hêjayî gotinêye bi heman armancê wê sibe li bajarê Wanê jî meşek girseyî were li dar xistin.