REJÎM NUQTEYEKE DEWLETA TIRK DORPÊÇ DIKE

Piştî ku rejîma Sûrî bajarokê Xan Şêxûn kontrol kir, êdî nuqteya bi navê Çavdêriyê ya dewleta Tirk li herêmê tê dorpêçkirin.
Der barê mijarê de dewleta Tirk gef li rejîma Sûrî xwar û got:
Ji bo parastina nuqteyên xwe emê her tiştî bikin û bila rejîma Sûrî bi agir nelîze.

Duh rejîma Sûrî karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kir armanca xwe.

Rejîmê diyar kir ku dewleta Tirk bi karwanên xwe yên leşkerî piştgirya xwe bi çeteyan re tekez dike.

Jixwe ev ne cara yekem e ku rejîm nuqteyên dewleta Tirk li Sûriyê armanc digire.

TIRKIYE: BILA REJÎM BI AGIR NELÎZE!

Vê carê jî û weke her car dîsan dewleta Tirk bi daxuyaniyekê gef li rejîmê xwar û diyar kir ku ew ê ti guhertinê ji hêl cih ve, der barê nuqteyên xwe de pêk neyînin.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlud Çaûşoglo got:

Ji bo parastina nuqteyên xwe em ê her tiştî bikin û bila rejîma Sûrî bi agir nelîze.

Beriya Çaûşoglo jî serokê rejîma Sûrî Beşar Esed der barê pêşketinên li ser erdê axivî.

Esed diyar kir ku li ser erdê di milê siyasî û leşkerî de guhertinên erênî rû didin.

Beriya Esde jî û piştî ku rejîmê nuqteya dewleta Tirk kire armanc, Rûsya piştgirya xwe ji bo şerê rejîmê li gundewarê Idlib û Hemayê destnîşan kir.

RÛSYA: EM PIŞTGIRYA OPERASYONÊN REJÎMÊ DIKIN Û HÊZÊN ME LI IDLIBÊ HENE

Tevî ku beriya niha Rûsya hebûna hêzên Rûsî yên bejahî li Sûriyê red kiribû, îro Rûsya tekez kir ku ji bo piştgirya rejîmê, leşkerên wan di şerê Idlibê de beşdar in.

Bi piştgirya Rûsyayê rejîmê gelek pêşketin li ser erdê pêk anîn.

Herî dawî jî bjarokê stratejîk yê Xan Şêxûn kontrol kir.

Bi kontrolkirina rejîmê ji Xan Şêxûn re nuqteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Îdlbê dikevin bin dorpêçiiya rejîmê de.

Bi vê yekê delweta Tirk û çeteyên wê ji hev vediqetin û tenê riya xweradestkirin wek bijarde di destê çeteyên dewleta tirk de dimîne.

Leave a Reply

Back to top button