ENQERE, DEMA MABÛNA WAN LI STANBOLÊ HEYA MEHA 10’AN DIRÊJ KIR

Hikumeta Tirkiyê dema mabûna penaberên Sûrî li Stanbolê hinekî din dirêj kir. 

 

Wezîrê hundir ê Tirkiye Silêman Soylo duh ragihand ku Enqere dema mabûna penaberên Sûrî yên li Stanbolê ne-tomarkî ne heya 30’yê meha 10’an dirêj kir.

Soylo diyar kir ku ew kesên ji Stanbolê derkevin, dikarin li wîlayetên din xwe tomar bikin, ji bilî bajarê Entalyayê.

Li gorî axaftinên hinek Sûriyan ji BBC re, desthilatên Stanbolê penaberan neçarî îmzekirina belgeyên vegerê dikin û bêyî zanibin çi tê de hatine nivîsandin.

Ev biryar di dawiya meha Tîrmehê de hat derxistin, hingê tenê mehek ji wan re hat diyarkirin.

Nêzî 3 milyon û 600 hezar penaberên Sûrî ji destpêka şerê Sûriyê li Tirkiyê ne.

Nîv milyon fermî li Stanbolê tomarkirî ne.

Leave a Reply

Back to top button