
Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê a li taxa Zorava ya Şamê bi daxuyaniyekê komkujiya li navçeya Cindirêsê şermezar kir.
Di daxuyaniê de hat diyar kirin ku komên çete sûcên hovane li dijî sivîlan li Efrîna dagirkirî didomînin û got:
“Pergala Tirk û komên wê yên terorîst û Îtîlaf berpirsên vê sûcê ne.”
Dawiya daxuyaniyê bang li NY û Meclisa Ewlehiyê hat kirin ku dewleta Tirk ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî derxînin û hesab ji sûcdaran birisin.”