Gola Wanê bi hişkesayî û qirêjiyê rû bi rû ye

Ji ber qirêjiya hawirdor û xizmetên kanalîzasyonê Gola Wanê gelek pirsgirêkan dijî û di demên dawî de gel ji ber bîhna ji pergala parzûnkirinê belav dibe pir zehmetiyan dikşînin û banga dîtina çareseriyê dikin.

Di her bihostek xaka Wanê de jî şopên vê dîroka qedîm xwe didin der.

Gola Wanê jî bi mîmariya xwe ya xwezayî ya 200 hezar salî li cîhanê yek ji golên herî girîng e.

Lê bi bandora qirêjî û hişkesayiyê bîhn û vekişîna avê derketiye holê.

Sedema qirêjiya golê sazbûna bê pergal û xizmeta kanalizasyon, erozyon e.

Li keviya golê 2 bajar 9 navçe û 136 gund û tax hene û bi giştî 1 mîlyonek û 200 hezar mirov lê dimînin.

Rojê 56 hezar û 400 metre kup bermahiya kanalîzaysonê diherikînin golê û ev jî dibe sedema qirêjî û bîhnê.

Di dema xebatên paqijiyê de rêbazên esas li ber çavan nayê girtin.

Jinên Îskeleyê: Divî dimldest ji bihin û qirêjiyê re çareseriyek bê dîtin

jinên taxa Îskeleyê ya navçeya Tuşbayê der barê mijarê de axivîn.

Jina bi navê Aygul Erçetîn banga dîtina çareseriyekê kir û got:

Em ji ber bihnê nikarin pençereyên xwe vekin.

Bîrsen Savur jî destnîşankir ku rayedaran tesîsa berê bi hinceta wê pergalek nû ya teknolojik ava bikin guhertin û got:

Ji ber bêhna ji pergala nû belav dibe em nikarin li malên xwe bisekinin.

Niha xebatên axa binî tên kirin. Pirsgirêkên nû dertên holê.

Şêniyek din Esma Savur jî got, divî dimldest ji bihin û qirêjiyê re çareseriyek bê dîtin.

Hevseroka Komeleya Hawirdorê ya Wanê (ÇEVDER) Arzu Dînçer bang li saziyên civaka sivîl (STO)kir ku bikevin tevgerê.”

Back to top button