Tirkiyê ji Iraqê dixwaze ku dijminatiya gelê Kurd bike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî 21’ê Adarê li Tirkiyê serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan kir.
Di wê serdanê de Erdogan ji Sudanî daxwaza dijminatiya bi gelê Kurd re kir.
Endamek Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê got: “Şertê sereke yê Tirkiyê ewe ku Iraq li dijî PKK’ê bikeve nava tevgerê û tevlî şerê dijî Tevgera Azadiyê bibe.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî 21’ê Adarê serdana Tirkiyê kir û bi serokkomarê Tirk Recep re civiya bû.

Di Civînê de Erdogan ji bo pêkanîna bercewendî û daxwazên xwe, ji bo mehekê soza berdana avê da Iraqê.

Lê derkete holê ku Tirkiyê ji Iraqê jî xwestiye ku dijî PKK’ê bikeve nava tevgerê.

Parlamanterên Iraqê: Pêwîste Tirkiye para avê a Iraqê berde

Endama Lijneya Çandiniyê ya li Parlamentoya Iraqê Êbtîsam Hîlalî derbarê serdana Sudanî ya ji bo Tirkiyê ji Rojnews re axivî.

Hîlalî balkişand ser berdana avê ji aliyê Tirkiyê ve û wiha got:

“Pêwîstiya wan bi xêrdayînê nîne, di serê wan de planên nû hene.

Ji ber ku li ser robaran gelek binpêkirin hene.

Divê ji bo çareserkirina qeyrana avê bi Tirkiyê re peymanek nivîskî were îmzekirin.

Pêwîste Tirkiye para avê ya Iraqê berde, ji ber ku rewşa avê gelek metirsîdar e.”

Parlamenterên Iraqê: Şertê sereke yê Tirkiyê ji bo berdana avê, PKK bû

Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Iraqê Amir Fayîz jî derbarê heman mijarê ji Ajansa Rojnews re axivî.

Amir got, şertê herî sereke yê Tirkiyê ya ji bo zêdekirina rêjeya ava Dîcle a ji bo Iraqê ewe ku Iraq li dijî PKK’ê bikeve nava tevgerê û tevlî şerê dijî Tevgera Azadiyê bibe.

Amir di berdewamiyê de dibêje:

Nabe ku Partiya Kerkerên Kurdistan bibe qurbanê parastina berjewendiyên Tirkiyê.

Back to top button