Şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê berê xwedan konê sersaxiyê û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Kongê sersaxiyê li rex Stada Yunis a rojavayê bajêrê Minbicê ye.
Bi dehan şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê, tevî endamên sazî û partiyan tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Qanûsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: “Van şehîdan ji bo hêviyê û azadiyê bidin me, ji bo ewlehî û jiyaneke baştir ji me re dabîn bikin, xwe feda kirin.
El-Ebo soza şopandina rêya şehîdan û parastina fikra ku di oxirê de şehîd bûne, da.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî jî di axaftinê de, soza tunekirina terorê dubare kir.