Ji xebatkarên Rêveberiya Joe Biden ji bo Xezayê banga agirbestê kirin

Xebatkarên ji rêveberiya Joe Biden ji bo êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê şermezar bikin li hev civiyan.
Xebatkar li ber Qesra Spî kom bûn û bang li rêveberiya Biden kirin ku li agirbesta li Xezayê pêk bînin.
Her wiha Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan îro diçe Îsraîlê.

Komek ji xebatkarên rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê li hev civiyan û li ber Qesra Spî banga agirbesta lezgîn li Xezayê kirin.

Endamên olên cuda ku duh êvarê li ber Qesra Spî li hev civiyan û bang li rêveberiya Biden kirin ku mudaxeleyî agirbesta li Xezayê bike.

Bi pankarta “Serok Biden, xebatkarên we daxwaza agirbestê dikin” hilgirtin, mûm pêxistin û li ser erdê peyva “agirbest” bi Îngilîzî nivîsandin.

Karmendên rêveberiya Biden di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got,

“Agirbesta demkî 13 roj berê qediya û em bi tirsê dibînin ku bombebaran, kuştin û koçkirina bi darê zorê ya sivîlên Filistînî yên li Xezayê berdewam dike.”

Di daxuyaniya ku ji aliyê Josh Paulê ku ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê îstifa kiribû da hat xwendin, hat diyarkirin ku agirbesta demkî tu carî têr nake.

Piştre girseyê navê Filistîniyên ku ji 1’ê Kanûnê ve di êrîşên Îsraîlê de li Xezeyê jiyana xwe ji dest dabûn bi dengekî bilind xwend û ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dabûn gul danîn.

Şewîrmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê diçe Îsraîlê

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan îro diçe Îsraîlê.

Sullivan dê îro û Înê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û endamên kabîneya şer a Îsraîlê re bicive.

Pêvajoya normalîzasyona Îsraîl-Erebistana Siûdî ya bi garantoriya Amerîkayê bi êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê û şerê piştî wê rawestiya bû.

Hemû partiyan gotibû ku ew dikarin di wextê rast de peymanê vejînin.

Back to top button