Teslîm Tore bi merasîmekê hate oxirkirin

Teslîm Tore ku yek ji pêşengên tevgera çep a Tirkiyeyê bû û li sirgûnê rehmet kir, li bajarê Bern a Swîsreyê bi merasîmekê hate oxirkirin.

Teslîm Tore ku ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, 24’ê Mijdarê li Bernê rehmet kiribû.

Tore ji sala 2003’yan ve li Swîsreyê dijiya.

Tevî xizim û hevrêyên Tore yên têkoşînê, nûnerên gelek saziyan bi tevlîbûna sedan kesan merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û endamê Desteya Rêveber ya KNK’ê Zubeyir Aydar û Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu jî amade bûn.

Li ser navê Rêber Ocalan çelenga ku ji bo merasîmê hatibû şandin, bal kişand.

Piştî merasîmê cenzeyê Teslîm Tore li Goristana Bremgarten a bajarê Bernê spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button