Piştî binketina gera duyemîn, Desteya bi navê Danûstandinan a Opzisyona Sûrî ragihand ku ew tevlî gera sêyemîn a danûstandinên Komîteya Destûrî nabin.
Berdevekê desteya bi navê Desteya Danûstandinan a opzisyonê Yehiya Erîdî, ji ajansa Akî ya Îtalî re da xuyakirin ku heta planameyeke liser lihevhatî ya xebatên Komîteya Destûrî neyê destnîşankirin, ewê tevlî gera sêyemîn a danûstandinan nebin.
Erîdî rejîma Sûrî bi astengkirina xebatên Komîteyê tawanbar kir û got:
Rejîm bi rêbazên leşkerî, dixwaze çreseriya siyasî bi ser nexe.
Tê payîn gera Sêyemîn a danustandinan jî di 16’ê Kanûnê de were lidarxistin.
25’ê Cotmeha borî bi serpereştiya NY, li Cinêvê gera duyemîn a xebatên Komîteya destûrî dest pê kir.
Gera duyemîn 4 rojan dewm kir, bêyî ku aliyên beşdar ti civînê li dar bixin bibin ket.