Di êrîşa li dijî baregeha Emerîkî 60 kes bîrîndar bûn

Li paytexta Efganîstanê Qabûla li dijî baregeha Emerîkî ya kevin ku wek nexweşxane dihat amadekirin teqînek pêk hat.
Li gor agahiyên destpêkê di teqînê de yek jê jin herî kêm 60 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Mîsyona NATO ya Qabûlê Rosolute Support ragihandiye, vê sibehê li dijî baregeha hewayî ya Bagramê ya DYA’ ê bi wesaîteke bombebarî êrîşek pêk hat.

Hat ragihandin ku cihê ku êriş pêk hatiye berê baregeha Emerîkayê bû, lê ev baregeh wergerandine tesîseke tedûristiyê û xizmeta tendûristiyê didan Afganiyan.

Hate gotin di çalakiya xwekujiyê de bi kêmanî 7 kesên çekdar cîh girtine.

Heta niha tu aliyeke berpirsyariya êrîşê negirtiye li ser xwe.

Ev êriş di demeke ku Talîban û DYE’ê li paytexta Qatarê Doha’yê ji bo çareseriya pirsgirêka Afganîstanê li hev rûniştin pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button