Taşdemîr: komkujiya Parîsê pêşîgirtina li çareseriyê ye

Komkujiya Parîsê di 3’yemîn kongreya HDP ya Asayî ya Agiriyê de jî hate şermezarkirin. Di kongrê de şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Bi şehîdkirina hersê jinên kurd eşkere bû ku bi vê deshilatdariyê re wê çareserî pêk neyê.

Rêxistina Partiya Gelan a Demokratîk-HDP a Agiriyê bi slogana “Em di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de jî bi biryar in” 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist.

Di kongreyê de tevî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê û endamên TJA’yê, gelek kes amade bûn.

Kongreyê bi bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de hatin şehîdkirin dest pê kir.

Despêkê Parlementer û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û her sê jinên kurd ên siyasetmedar bibîr anî.

Taşdemîr diyar kir ku bi Komkujiya Parîsê xwestin ku pêşî li çareseriya demokratîk bigrin.

3. KONGRA RÊXISTINA HDP’Ê YA AGIRÎ
TEMELLÎ: BI AKP RE ÇARESERÎ PÊK NAYE

Piştre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û her sê jinên kurd ên li Parîsê hatin şehîdkirin bibîr anî:

Temellî got, “Bi şehîdkirina her sê jinên kurd eşkere bû ku bi vê desthilatdariyê re wê çareserî pêk neye. Lê heta ev pirsgirêk çareser nebe wê demokrasî neyê vî welatî.”

Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û Perîxan Geltûran û Mûrat Ozturk ji bo hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Agiriyê hatin hilbijartin.

Leave a Reply

Back to top button