Komara Qibrisê sîstema xwe ya leşkerî bihêz dike

Di demên dawiyê de ji ber tevgera dewleta tirk ya di Derya Spî de Qibris nerazîbûna xwe nîşan dide. Komara Qibrisê jî sîstema xwe ya parastinê bihêz dike û ragihand ku ewê bi biyahê 240 milyon Ewro moşekan bikire.

Piştî dewleta Tirk lêgerîna xwe ya gaza xwezayî di derya Spî de zêde kir, di mehên derbasbûyî de hikumeta Qibris ya Rom jî dest bi hewildanên kirîna çekan kiribû.

Di vê çarçoveyê de hikumetê lihevkirina xwe ya bi şirketa إم بي دي إيه MBDA ya Ewropî re ragihand.

Komara Qibrisê diyar kir ku wê bi bihayê 240 milyon Euro wê moşekan bikire.

Li gorî nûçeya AFP ya sparîtî çavkaniyekî leşkerî wiha tê gotin.

Ji bo başkirina sîstema çekan ev biryar hatiye girtin.

Back to top button