Di şerê li hemberî Coronayê de, xeta yekemîn a parastinê bijîşk in

Li hemberî vê vîrûsa ku bi çav nayê dîtin lê xwedî bandoreke pir mezine, artêşek ji bijîşkan li seranserê cîhanê, li ber xwe dide. Ev artêşa ku bi hemû hêza xwe ji bo parastina giyanê bi hezaran kesan têdikoşe, di vê oxirê de gelek qurbanî jî dane. Her wiha ji ber belavbûna Vîrûsê cara yekem e piştî sala 2003’an nirxê neftê dadikeve asta herî kêm.

Vîrûsa corona ku li 183 welatên cîhan belav bûye, hîna jî bi xurtî li belav dibe.

Cîhan bi giştî niha li hemberî vê vîrûsê di nava şerekî giran de ye.

Heta niha li cîhanê bi sedhezaran kes bi vîrûsê ketine û weke wan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li hemberî vê vîrûsa ne zindî ku nayê dîtin jî, arêşek ji bijşîkan, têdikoşe.

Ev bijîşkên ku di xeta parastinê ya yekemîn de ne, gelek ji wan bi xwe jî bi vîrûsê ketin.

Gelek ji wan jî, jiyana xwe ji dest dan.

Qurbaniyê yekem ê vê vîrûsê li Wohana Çînê bû.

Ew jî ê ku ji teqawitiyê vegeriya bû kar.

Piştre Bijîşkê yekemîn ê Çînî Lî Wînliyang ku vîrûs keşf kir, bû qurbaniyê duyem.

Bijîkê ku di destpêka keşfkirina vîrûsê de jê nehat bawerkirin, piştî ku vîrûs li cîhanê belav bû, ew di nava raya giştîya Çînê de weke lehengekî niştîmanî hat binavkirin.

Di 14’ê Sibatê de çînê yekem bîlançoya bijîşkên ku ji ber corona jiyana xwe ji dest dane, ragihand.

Di wê de 6 bijîşk hebûn.

Li Filipînê jî 9 bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha li Îtaliya ku bi hezaran kes ji ber vîrûsê mirine, 46 bijîşk mirin û li Fransa jî 5 mirin.

Hat raghandin ku li Ispanya jî jimara giştî ya kadroyên tendurisiyê ku bi vîrûsê ketine gihaşt 4 hezarî.

Li Îranê jî li gorî daneyên fermî yên hikûmetê, 37 bijîşkan jiyana xwe ji dest daye.

 

Piştî sala 2003’yan, nirxê neftê daket asta herî erzan

Li aliyekî din li bazara cîhanê, piştî belavbûna vîrûsa Corona nirxê nefta brent di 18 salên dawî de herî zêde erzan bûye.

Bermîlek daket 23 dolaran ango bi rêjeya ji sedê 6.5 .

Nirxê nefta xav a teksas a Emerîka bi rêjeya ji sedê 5.3 daket, ango nirxê bermîlekê gihîşt 20 dolaran.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp eşkere kir ku wê rewşa aboriya welêt heta nîvê meha Nîsanê baş bibe.

Piştî belavbûna Vîrûsa Corona gelek welatan di aliyê aborî de zeyanên mezin dîtin.

Back to top button