Zeviyên Gundên Til Temir hatin şewtandin

Dagirkeriya dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî aboriya herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî de dewam e. Îro careke din artêşa dewleta dagirker zeviyên gundên Dawudiyê, Cemîliyê û Ezîziyên yên navçeya Til Temirê şewitandin. Li gel van şewatan jî çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan gundê Dawidiyê yê navçeya Til Temirê talan kirin. Dewleta Tirk di şewtandina zeviyan de sînordarnema û embarên gundê Kendel ê navçeya Eyn Îsayê jî topbaran kirin.

çend saniya beta bidin

Îro careke din artêşa dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên herêmên bakur û rojhilatê Sûrî xistin.

Artêşa dewleta dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên gundên Dawudiyê, Cemîliyê û Ezîziyên yên navçeya Til Temirê xistin.

çend saniya beta bidin

Duh jî artêşa dewleta Tirk gule berdan zeviyên çandiniyên yên gundên Erîşa û Til Tewîlê yên heman navçeyê.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya şewtandina zeviyan de nemaye û êdî piştî şewata zeviyan malên şêniyan jî dişewitîne.

Çeteyên dewleta dagirker piştî ku zadên şêniyên gundên Reyhaniyê û Qasimiyê yê Til Temirê şewitandin, agir bi malên sivîlan xist.

Çeteyên dewleta Tirk malên sivîlan talan dikin

beta çend saniyan bidin

Li gel şewitandina zeviyan, çeteyên dewleta Tirk mal û milkên şêniyan jî talan dikin.

Çeteyan, girte ser gundê Dawidiyê yê navçeya Til Temirê û malên sivîlan talan û xirab kirin.

Weke di dîmenê niha diherike de, çete heta bi pencereyan ji ber dîwaran radikin.

Embarên genim ên eyn îsayê hatin topbarankirin

Şewitandina zeviyan ne bes e, vê carê dewleta Tirk êrîşê dibe ser embarên ceh û genim.

Duh êvarî çeteyan embarên gundê Kendel ê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Embarên Dirbêsiyê jî, ji aliyê çeteyan ve tên hedevgirtin.

Şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya navçeyê diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk, embarên navçeyê nikarin hilberînên ceh û genim werbigirin.

Back to top button