Ciwanek, ji ber guhdarîkirina li muzîka kurdî hate kuştin

Li girtîgehê yan li derveyî wê bî, tu Kurd bî tu yê rastî êrîşên AKP’ê werî. Belê, ne tenê di girtîgehan de, li derveyî wê jî AKP’ê her zextê li Kurdan dike û ne ew be jî, bi gel hewl dide van zextan pêk bîne. Bûyera herî dawî jî ku li Enqereyê rûdayî, vê rastî û hovîtiya wê tekez dike. Ciwanek, ji ber li muzîka Kurdî guhdarî dikir, bi awayekî sosret hate kuştin. 

Di vê rewşa zehmet de ku cîhan tev bi vîrûsa Corona mijûl bû, AKP’ê tenê, zextên li dijî Kurdan ji xwe re kir karekî rojane û her kirin li dijî wan pêk anîn.

Herî dawî jî li Enqereyê bûyereke sosret pêk hat.

Li Navçeya Etimesgut a Enqereyê, ciwanê 20 salî Bariş Çakan, şevê din saet di 22:30’an de ji ber li muzîka Kurdî guhdarî kir, hat kuştin.

Çakan dema li gel hevalê xwe li gulistanê rûniştibû, bi sedema ku li muzîka Kurdî guhdar dikir, rastî êrîşa bi kêrê ji aliyê 3 kesan ve hat.

Her sê kesan, kêr li dilê wî xist û ew kuştin.

Malbata Bariş Çakan bi eslê xwe ji navçeya Patnosê ya Agirî ne û niha li Enqereyê dimînin..

Ji malbata Bariş, biraziyê wî Kuzel anî ziman “beriya niha jî dema me li stranên Kurdî guhdarî dikirin, gef li me dixwarin..”

Ev kirin, di encama siyaset û zextên AKP’ê li ser Kurdan pêk tên û weke bersiv ji daxwazên AKP’ê re hat.

Êdî rûyê AKP’ê yê faşîst roj bi roj diyar dibe ku zextên li ser Kurdan li gel jî ferz dike.

Niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî çand, ziman, dîrok, xweza û goristanan dijminahî û êrîşeke mezin heye.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo çand, nasname û hafizaya dîrokî ya Kurdan ji holê rake, rojane êrîşî nirxên gelê Kurd dike.

Herî dawî jî êrîşî pirtûkxaneya Kurdî ya Celadet Elî Bedirxan a Sêrtê kiribû û hemû pirtûkên tê de avêtibûn.

Back to top button