Mûşekek li derdora balafirgeha Bexdayê ket

Duh, Artêşa Iraqî ragihand ku mûşekek li derdota balafirgeha Bexda ya Navdewletî ket.

Li gorî artêşê, mûşek ji başûrê balafirgehê hatiye avêtin û ti ziyan çênebûne..

Ev êrîş jî berî danûstandinên Amerîkî-Iraqî yên leşkerî bi 3 rojan tê, ku tê payîn ji ber vîrûsa Coronayê bi rêya enternetê were lidarxistin.

Li derdora balafirgeha Bexdayê, baregheke leşkerî heye û tê de leşkerên Iraqî û Amerîkî hene.

Balafireke barkirinê ya Amerîkî wêran bû

Piştî vê bûyerê bi çend saetan jî, balafireke barkirinê ya Amerîkî dema payabûna wê li baregeha Tacî ya Iraqî, wêran bû..

Li gorî hat zanîn, balafir ji rêya xwe derket û li hinek rêbendên çementoyî ket..

Di encamê de, zerarek mezin gihaşt gewdeyê balafirê û jimarek leşkerên Amerîkî birîndar bû..

Back to top button