AKP’ê mafê bikaranîna çekan da nobedarên “Bekçî” jî!

Berî demekê, AKP’ê hêzeke nû bi navê qaşo nobedar “Bekçî” li dijî gel da avakirin û pê re zexteke din li wan zêde kir. Ji bilî mafê bikaranîna çekan ku berê dabû polîsên xwe, niha bi qanûnekê heman maf da van nobedaran jî.

Qanûn ku ji 18 xalan pêk tê û rêbazê xebat û erka nobedaran diyar dike, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Qanûn îro hat weşandin û 21 hezar nobedar hatine erkdarkirin.

Li gorî xalên qanûnê, wê ji niha û şûn de nobedar karibin li bazar û taxan dewriye bigerin, li nasnameyan bipirsin û kesên di rewşa gumanbar de karibin rawestînin û destwerdanê bikin.

Her wiha wê karibin destwerdanê li xwepêşandan û meşan jî bikin.

Hêjayî gotinê ye, AKP’ê ev maf beriya niha dabû polîsan û di encamê de gelek sivîl ji bo vê qanûnê bi destê polîsan hatin kuştin.

Bi vê yekê re, AKP’ê li zextên xwe yên li dijî gel zexteke nû zêde kir.

Back to top button