Li Kerkûk û Bexdayê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyonên taybet yên hêzên ewlehiya Iraqê de, 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Istixbarata Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgehên Kerkûk û Bexdayê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li gorî daxuyaniyê 5 çete li navçeyên cûda yên Kerkûkê û 4 jî li herêma Dewra û taxa Camie ya Bexdayê hatin girtin.

Hat eşkerekirin jî ku ev çete beriya niha êrîş li hember hêzên ewlehiyê û welatiyan pêk anîbûn.

Hêzên ewlehiya Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gelek devran operasyon berfireh dane destpêkirin, di encamê de gelek çete hatine girtin.

Hêzên ewlehiya Iraqê jî ragihand ku li parêzgeha Nînewayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin, ku yek ji wan berpirsê danîna mayînan e.

Hêzên ewlehiya Iraqê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gelek devran operasyon berfireh dane destpêkirin, di encamê de gelek çete hatine girtin.

Back to top button