Li Efrînê çeteyan sivîlek bi hovîtî li ser rêya Cindirêsê êşkence kir

Leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî, dîsa sûcekî dermirovî pêk anî. Çeteyan ciwanê bi navê ‘Hisên Ehmed’ li ser rêya gundê Koran a Cindirêsê bi hovîtî êşkence kirin. Her wiha çete firotina mal û milkên şêniyên resen jî didomînin. Girê Cindirêsê yê dîrokî jî ji bo navendeke leşkerî hat veguherandin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ciwanê bi navê ‘Hisên Ehmed’ bi hovîtî êşkence kir.

Li gorî navendê, Hisên ji bo firotina dodurma berê xwe dida gundê Kora ê Cindirêsê, lê li ser rêya gund çeteyan ew êşence kir û kelûpelên wî jî jê dizîn.

Çete mal û milkên şêniyên resen difiroşin

Di çarçoveya guhertina demografya herêmê de jî, dewleta Tirk û çeteyên xwe firotina mal û milkên şêniyên resen didomînin.

Malpera Afrîn Post diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk donimek erd ê şêniyê bi navê ‘Memûd Keleş’ ê ji gundê Qîbarê bi 4 milyonên Sûrî firotin.

Li heman gundî jî, çeteyan 2 malên şêniyê bi navê ‘Mihemed Şêx’ yek bi 700 dolar û yê din bi 400 dolarî firotin.

Çeteyan li gundê Tirindê yê girêdayî navenda bajêr jî, mala şêniyê bi navê ‘Selah Mehmûd Hebîb’ bi 400 dolarî firotin.

Her wiha li navenda bajêr jî mala şêniyê bi navê ‘Zafêr’ bi 800 dolarî hat firotin.

Her wiha li ser komeke Facebookê, malên şêniyên resen bi 700 dolarî dadixin bazarê.

Çeteyan Girê Cindirêsê wêran kiriye û veguherandiye navendeke leşkerî

Jixwe talankirin û tunekirina xwezaya Efrînê tiştekî din e..

Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê eşkere kir ku Girê Cindirêsê yê dîrokî hatiye talankirin.

Li gorî wêneyên ku Gerînendetiyê bi dest xistine, çeteyan bi alavên giran gir vekolandine û veguherandine navendeke leşkerî ya Tirkî.

Gerînendetiyê da zanîn jî, gir bi qasî 7 hezar û 500 metre-çergoşe hatiye vekolandin û wêrankirin.

Back to top button