Mismarî: Tirkiyê çeteyan ji Lîbyayê dişîne Azerbeycanê

Dewleta Tirk, çeteyên ku perwerde dike, ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Berdevkê Artêşa Niştimanî Ehmed Mismarî ragihand ku Tirkiye, çeteyan ji Lîbya dişîne Azerbeycanê. Li aliyekî din, li paytexta Lîbya Terablusê, navbera komên çete, şer bi topên giran, rû dide.

Gelek aliyan şandina çeteyan ji aliyê dewleta Tirk bo Azerbeycanê piştrast kiriye.

Herî dawî berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî jî diyar kir, ku Tirkiyê çete û terorîstan ji Lîbyayê dişîne Azerbeycanê.

Mismarî anî ziman ku Tirkiyê niha çeteyên Lîbî, Sûrî û ji nasnameyên din, ji Lîbyayê dişîne Azerbeycanê, da ku li dijî Ermenistanê li herêma binakok şer bikin.

Mismarî ragihand ku rewşa ewlehî li rojavayê welêt pir xeter e, komên çete dest danîne ser balafirgehan û çeteyan tînin hundir û dişînin derve.

2 komên çete bi çekên giran pev ketin

Li aliyekî din, çavkaniyeke leşkerî ya Lîbî ragihand ku li nava Terablusa paytext, şerekî giran ê bi topan di navbera çeteyên hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî de qewimî.

Çavkaniyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk baregeha 7’ê Nîsanê ku navenda çeteyên ”El-Zawiye” ye, topbaran kir.

Her wiha rêyên devera ”Terîq El-Metar” ji ber şerê di navbera çeteyan de hatine girtin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku li Terablusê, di navbera çeteyan de, rojane şer rû didin.

Îna borî, di navbera çeteyên ”El-Deman” û ”Usûd Tacûra” de, şerekî giran derketibû.

Tê zanîn, bêhtirî 20 komên çeteyan ên sereke li Terablusê hene, her wiha çend komên biçûk û rêxistinên terorîst li bajarên Misrata û Zawiye jî hene.

Back to top button