Ji kesên li Qersê hatin binçavkirin, 10 jê sewqî edliyê kirin

Li Qersê ji 21 kesên ku hatibûn binçavkirin 10 kes sewqî edliyê kirin. Li Wanê jî ji doh ji ber rojnamevanan bûyera hovîtiya leşkerên dewleta tirk ya avêtin 2 welatiyan ji Helîkopterê şopandibûn, hatibûn binçavkirin.

Dema binçavkirina rojnamevanan heta 4 rojan hate dirêjkirin. Rojnamevanan jî bi rêya Parlementerê HDP’ê ragihand ku sedmea binçavkirina wan, ji ber nûçeya helîkopterê ye.

Li Qersê faşîzma AKP’ê ji 25’ê Îlonê ve planek qirêş daye despêkirin.

Piştî girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen, Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes di 1’ê Cotmehê de li Qersê hatibûn binçavkirin.

Ji van 3 kes jê hatibûn berdan û 3 kes jî hatibûn girtin.

Şevîn Alaca jî di nav de ji 14 kesên ku dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin 10 jê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Girtina gotinên Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û 3 kesên din li Miduriyeta Polisan a Qersê didomin.

Tê payîn piştî girtina gotinên, kesên binçavkirî sewqî edliyê bikin.

Dema binçavkirina rojnamevanên “MA” 4 roj hat dirêjkirin

Her wiha rojnamevanên ku hovîtiya leşkerên tirk a avêtina 2 welatiyan kirin nûçe û bi raya giştî re parvekirin jî doh hatin binçavkirin.

Parêzer Umît Dede yê HDP’yî bi rojnamevan Cemîl Ûgûr re hevdîtin kir û Ûgûr jê re gotiye ew ji ber piştrastkirina nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê hatine binçavkirin.

Dema binçavkirina rojnamevanan 4 rojên din hat dirêjkirin.

Her wiha dozgeriyê biryara “nepeniyê” danî ser dosyeya lêpirsînê.

Dede diyar kir ku bi Cemîl Ûgûr re hevdîtin kiriye û li ser pêya rojnamevanên din jî dîtiye.

Back to top button