Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk hezar 650 çete ji Sûriyê şandiye Qerebaxê

Şerê di navbera Ermenistanê û Azerbeycanê de yê li ser Qerebaxê Çiyayî tevî agirbestê jî dewam dike.
Serokwezîrê Ermenistanê û 20 parlementerên Fransayê xwestin Komara Qerebaxê bê naskirin.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Pompeo jî ji ber piştgiriya bi Azerbeycanê re dewleta Tirk tawanbar kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê jî diyar kir dewleta Tirk heta niha Hezar û 650 çeteyên xwe yên li Sûriyê şandiye Qerebaxê.

Şerê ku di 27’ê Îlonê li ser Qerebax Çiyayî yê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de, 10’ê Cotmehê bi agirbesteke demkî rawestiya. Lê agirbestê tenê 5 deqeyan dirêj kir.

Heta niha jî şer dewam dike û ji her du aliyan windahiyên mezin hatin dayîn.

Dewleta Tirk ya dagirker jî di şerê li Qerebaxa Çiyayî de roleke çalak dilîze û bi her awayî piştigiriyê dide Ermenistanê. Di vê çarçoveyê de heta ni bi sedan çeteyên xwe yên li Sûriyê şandiye şerê Qerebaxê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, dewleta Tirk dordora 200 çeteyên Sûrî yên din, şandin Azerbeycanê.

Bi vê yekê, hejmara çeteyên dewleta Tirk yên ku şandiye Qerebaxê bû hezar û 650.

Li gorî Çavdêriyê, heta niha di şerê Qerebaxê de, bi kêmanî 126 çete hatine kuştin, her wiha cenazeyên 92 çeteyî jî, derbasî Sûriyê bûne.

Paşînyan û alîyev Xêzên sor diyar kirin

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan têkildarî şerê li Qerebaxê ji Ajansa Nûçeyan a Navnetewî Rûssiya Segodnya re axivîn.

Her du serok dewletan derbarê Qerebaxê de Xêzên xwe yên sor destnîşan kirin.

Aliyev diyar kir xêza wan ya sor yekîtiya xaka Azerbeycanê ye û Azerbeycan bi ti awayî serxwebûna Qerebaxê qebûl nake.

Paşînya jî diyar kir xêza Ermenîstanê ya sor ew e ku divê gelê Qerebaxê bixwe çarenûsa xwe diyar bike. Her wiha Paşînyan diyar kir ku Ermenîstan ji lihevkirinê re amade ye.

Pompeo: Ez hêvîdarim Ermenistan li dijî Azerbeycanê xwe biparêze

Ji aliyê din ve, Wezîrê Karên Derve yê Emerikayê Mike Pompeo ku ji radyoyekê re axivî û got, “Em hêvîdarin ku Ermenîstan li dijî êrîşên Azerbeycanê xwe biparêz e.”

Pompeo ji ber piştigiriya Tirkiyê ya Azerbeycanê jî dewleta Tirk rexne kir.

20 parlementerên Fransayê ji bo naskirina Qerebaxê bang kirin

Her wiha 20 parlementerên Fransayê ji bo naskirina Qerebaxa Çiyayî pêşnûmeyek pêşkêşî parlementoyê kirin.
Parlementeran bang kirin ku Komara Qerebaxê were naskirin û şer bi dawî bibe.

Back to top button