Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi mûşekan hat armanckirin

Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi çend mûşekên katyûşayê hat armanckirin. Di encamê de hin ziyanên maddî çêbûn.

Duh saetên êvarê kesine nenas balyozxaneya Amerîkî ya li herêma Kesk a Bexdayê da ber mûşekên katyûşa.

Pergala parastina balyozxaneyê hin mûşek bêbandor kirin.

Di encamê de, hin erebe û avahiyên li dora balyozxaneyê rastî ziyanên maddî hatin.

Rêveberê fermandariya navendî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn Frank Mckenzie got:

“Eger Îran di bîranîna Qasim Silêmanî de êrîşan li dijî me pêk bîne, em amade ne ku xwe û hevalbendên xwe biparêzin.”

Çekdarên “Lêkûka Qasim El-Cebarîn” ên bi ser Îranê ve jî, karwanekî girêdayî Koolîsyonê Navneteweyî li parêzgeha Zî Qarê armanc kir.

Di encamê de, sivîlekî ku nêzî cihê teqînê bû, birîndar bû, her wiha hin ziyanên amddî çêbûn.

Êrîşên li ser baregehên Amerîkî yên li Iraqê, piştî înfazkirina zaniyarê nuklerî Muhsin Fexrî Zade, her wiha hemwextî salvegera kuştina fermandarê “Feyleq El-Quds” Qasim Silîmanî, zêde bûne.

Back to top button