Cenazeyê Hevserokê Meclisa Gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim li goristana Şehîd Xidir El-Hemadî ya herêma Ebû Xeşeb hate veşartin.
Bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê piştî wergirtina cenazeyê Hevserokê Meclisa Gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim ji pêşiya mala wî ya li gundê El-Kuber ê rojavayê Dêrazorê berê xwe dan goristana Şehîd Xidir El-Hemadî ya herêma Ebû Xeşeb.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê QSD, Malbatên Şehîdan û meclisên herêmî yên Dêrazorê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata Mihemed El-Necim re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Mihemed Xelef El-Necim di nava tiliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.
Hevserokê Meclisa Gundê El-Kuber ê Dêrazorê Mihemed Xelef El-Necim ê ku vê sibehê di encama teqîna mayînekê de ku di erebeya wî de hatibû bicihkirin, şehîd bû.