LI HESKÎFÊ BERTEK NÎŞANÎ DMME’YÊ HAT DAYÎN

Nûnerên saziyên sivîl ên Êlihê bertek nîşanî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) ya ji bo Heskîfê dan û gotin:
“Bi redkirina biryara ji bo Heskîfê re carek din çavê xwe li hember talankirina mîrateya dîrokî girtin e.”

Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amed û Êlihê li Heskîfê li hev kom bûn û têkildarî biryara DMME’yê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ayhan Ridvan axivî û diyar kir ku têkoşînek herî biçûk jî ji bo Heskîfê girîng e û got:

“Em biryara DMME’yê nas nakin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku DMME’yê neheqî li mîrateya xwedî 12 hezar salî Heskîfê kir û got:

“Bêyî dosyeyê lêkolîn bike li ber çavê milyonan biryar red kir û DMME bû cihê nîqaşê.

Tevî hemû biryarên neyînî û redkirinê jî em ê têkoşîna ji bo Heskîfê dewam bikin.”

Leave a Reply

Back to top button