ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI TIRKIYÊ BI ÎRADEYEKE XURT DIDOMIN

Berxwedana Leyla Guven ku xwediya dirêjtirîn çalakiyê di dîrokê de derbasî roja 122’an dibe.
Tevî ku rewşa Guven ya tenduristiyê ne başe lê dîsa di çalakiya xwe de bi israre.
Girtiyên di girtîgehan de jî bi moralek bilind çalakiya xwe didomînin û diyar dikin ku berxwerdana wan çirûska rojên azad e.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 122’emîn de ye.

Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 84’an de didome.

1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan dewleta tirk a faşîst girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Çalakiya van girtiyan jî di roja 9’an de ye.

3’ê Adarê de jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag

û endamên HDP’ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz,

Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger.

Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû.

Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 53’emîn de dewam dike.

YIGÎT: TECRÎD BI DESTEKA GEL WÊ BÊ ŞKANDIN

Li aliyekî din çalakger Halef Yigît ê 64 roj in li dijî tecrîda Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de yedi dema serdan xuşka xwe de nameyek şand.

Zeynep Yigît li ser rewşa birayê xwe ragihand ku Tevî van hemûyan jî moralê wan li cih e û xwedî biryar in.

Çalakger Yigît di nameya xwe de got:

Ji niha û şûnda wê tecrîd bi destê gel bê şikandin:

Divê her kes xwedî li çalageran derkeve.

Gel çiqasî xwedî li çalakeran derkevin ewqas zûttir wê tecrîd were şikandin.

GURBAN: BERXWEDANA ME ÇIRÛSKA ROJÊN AZAD E

Nivîskar Emîn Gurban ku di Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê de ye, der barê grevên birçîbûnê de bi Tûran Gunana ku 84 roj in di greva birçîbûnê de ye axivî.

Gunana got:

“Berxwedana me, ji bo rûxandina vê îktîdara zalim, pêngava destpêkê ye û çirûska rojên azad e.

Werin em bi hev re vê berxwedanê geş bikin.

Leave a Reply

Back to top button