Salih: Eger hikûmeta nû ji rêya xwe derket wê çaxê em ê xwedî helwest bin

Parlamena Lîbyayê hişyarî da, ku eger hikumeta nû ya demkî bi erkê xwe ranebe, ew ê li hember wê bisekinin.

Serokê parlamena Lîbî Uqeyla Salih diyar kir ku dê erkên desthilatê li tevahî herêmên welêt werin belavkirin û teqez kir ku eger ev hikumeta demkî ji rêya xwe derket, ew ê bê helwest nemînin.

Salih her wiha teqez kir, ew li ser derxistina çete û hêzên biyanî ji welêt dixebitin û da zanîn, ev yek wê di demeke nêz de pêk were.

Di warê meydanî de jî, serokê parlamenê diyar kir, ew ê rêya beravî vekin.

Back to top button