YE biniyaz e hin cezayan li Rûsyayê ferz bike

Îro li Brukselê, dewletên Ewropî bi tevlîbûna Amerîkayê, derbarê stratejîya bi Rûsyayê re, dicivin.

Wezîrên Derve yên dewletên Ewropayê dê mijarên rijdiya Rûsya li ser girtina rikberê Rûsî Alexei Navalny, herwiha bêrêziya ku li Wezîrê Derve yê YE Josep Borrell, dema serdana Moskoyê kiribû, hatibû kirin, bigirin dest.

Di heman demê de, dê dosyaya vegera Amerîka li peymana nuklerî ya bi Îranê re, darbeya leşkerî li Bormayê û aloziya Çîn û Hong Kongê, li ser maseya civînê bin.

Mijara sereke ya civînê wê têkiliyên welatên Ewropî bi serokê Rûsî Vladimir Putin re bin.

Rayedarekî Ewropî ragihand ku dewletên Ewropî, wê yekemîn car pergala xwe ya nû ya cezayan di warê mafên mirovan de bi kar bînin.

Borrell di vê derbarê de diyar kir ku biryara dawî li endamên YE vedigere û divê ev yek di civînê de were sepandin.

Back to top button