Erdogan ji bo faşîzmê mayînde bike hewl dide cîhanê û civaka Tirkiyê bixapîne

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku bi her awayî li ber têkçûnê ye, hewl dide dîsa di nava hewldanên xapandina civakê û raya giştî ya cîhanê de ye. Vê yekê jî qaşo bi navê azadî, mafên mirovan hwd, dike. Erdogan dîsa duh derket pêş kamerayan bernameyeke dirêj a qaşo mafên mirovan eşkere kir.

Dewleta Tirk a dagirker a bi rêveberiya faşîsta ya Erdogan ku di nava krîzeke siyasî, civakî û aborî de ye, hewldide faşîzm û dîktatoriya xwe mayînde bike.

Di vê dema ku desthilata faşîst ya Erdogan li der û hundir teşhîr buye, dor lê teng buye û li ber têkçûnê ye hewl dide bi gavên xapînok dîsa raya giştî ya cîhanê û civaka Tirkiyê bixapîne.

Serokê desthilata faşîst a Tirk Erdogan duh qaşo bernameyeke mafên mirovan eşkere kir û îdia kir ku wê di vê mijarê de hin guherînan pêk bînin.

Lê dema ku mirov kiryar û êrîşên li dijî gelê Kurd û derdorên din yên muxalif ên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li ber çavan bigire xwedê giravî ev bernameya mafê mirovan ku Erdogan eşkere kiriye xwedî ti qîmetê nîne.

Wê ti guherînekê jî di zêhniyeta desthialta Erdogan de çê neke.

Yek ji bendên bernameya mafên mirovan ku Erdogan eşkere kiriye wiha ye,

“Ti cihêkarî di mijara ziman, netew, reng, zayendî, fikra siyasî, baweriya felsefî, dîn, mezheb û hwd, de wê pêk neyê û herkes li pêşiya hiqûqê wekhev e.”

Tenê li rewşa Kurdan û HDP’ê bê mêzekirin wê cidiyeta vê bendê baş bê fêhmkirin. Zimanê Kurdî heta niha jî qedexeye û Kurd weke netew nayên qebûlkirin. HDP’yî ji ber fikrê xwe yê siyasî tînin ziman niha bi deh hezaran girtî ne. Ji xwe rewşa kêmnetew û çandên din jî li hole ye.

Di bendeke din de jî a xwedê giravî ya bernameya mafên mirovan a Erdogan de wiha tê gotin,

“Ti kes ji ber fikir û rexneyên xwe nabe ku ji azadiya xwe mehrûm bê hiştin.”

Lê bi hezaran kes tenê ji ber fikrê xwe anîne ziman û rexnekirine, weke ku heqaret li Erdogan kirine niha di binê zîndanan de ne.

Bendeke din a xwedê giravî bernameya mafên mirovan jî wiha ye,

“Dewleta hiqûqê a ku bi daraza serbixwe û bê alî tê parastin, weke misogeriya edalet û maf û azadiyan wê li her qadê bê xurtkirin.”

Lê tê zanîn li Tirkiyê daraz, hiqûq û qanûn nîne. Li her qadê qanûnên Erdogan derbasdar in. Darazeke ku bi fermana Erdogan tevdigere heye.

Erdogan dîsa weke xwepêşandaneke siyasî qaşo bernameyeke mafên mirovan a ku bi dehan bendan pêk tê eşkere kir. Lê di rastiyê de baweriya der û hundir bi vê yekê nayê û kes yeqîn nake ku wê di pratîkê de jî guherîn pêk were.

Back to top button