Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan jî bang li civaka navdewletî û hikûmeta Şamê kir ku fermiyeta Rêveberiya Xweser qebûl bikin.
Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan jî derbarê heman mijarê de ji ajansa nûçeyan Hawarê re axivî.
El-Qeftan ji hikûmeta Şam û civaka navdewletî daxwaz kir ku li şûna peymanên dijber bi dewleta Tirk re daynin, danûstendinan pêş bixin û fermiyeta Rêveberiya Xweser qebûl bikin.
El-Qeftan, hevgirtina dîrokî ya şêniyên herêmê bi bîr xist û got:
“Hêza me ji vê hevgirtinê tê, ji ber wê jî dewleta Tirk li ber çavên hemû cîhanê dixwaze tevliheviyan bike.
Li aliyê din jî avê ji ser herêmê qut dike û wiha dixwaze zextê li ser rêveberiyê zêde bike.”
Ibrehîm El-Qeftan diyar kir, ew ê bê navber ji bo fermîkirina Rêveberiya Xweser têbikoşin û dengê xwe bighînin civaka navdewletî û hemû cîhanê.