Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 185 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Rojnamevanên bajarê Silêmaniyê di derbarê mijarê de axivîn û gotin:
“Girtina rojnamevanan bê sedeme û binpêkirina mafên rojnamevanan e.”
Tevî derbazbûna 126 salan jî, lê hîna li Başûrê Kurdistanê li beramberî rojnamevanan binpêkirin, gef, zext, êşkence, revandin û qetilkirin têne pêkanîn.
Bîlançoya binpêkirinan, hejmara rojnamevanên hatîn revandin di asta jordeye.
Başûrê Kurdistanê de ku mînaka wê jî Rojnamevan Silêman Ehmede belgeyên zelal û eşkerene ku rewşa karê rojnamevaniyê ya li Başûrê Kurdistanê nîşan dide.
Rêxistinên xwecihî û derve jî vê yekê bi rapor û bîlançoyan piştrastkirine.
“Girtina Rojnamevanan ji bo desthilatdaran û bi giştî Başûrê Kurdistanê şermezariye”
Rojnamevanên bajarê Silêmaniyê di derbarê mijarê de axivîn.
Rojnamevan Faxîr Ezedîn daxwaza azadiya Silêman Ehmed kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:
“Em bang li aliyên pêwendîdar dikin ku azadiya rojnamevanan pêk bînin, qanûna rojnamevaniyê xurt bikin û mafên rojnamevanan biparêzin.
Girtina rojnamevanan ji bo desthilatdaran û bi giştî Başûrê Kurdistanê şermezariye.
Hêvîdarim ku rojnamevan Silêman Ehmed bê şert û merc were berdan ji ber ku ti sûcekî wî tune ye, ji bilî ku rojnamevanekî azadîxwaz e.”
Rojnamevan Ramyar Osman: Girtina rojnamevanan bê sedeme û binpêkirina mafên rojnamevanan e
Rojnamevan Ramyar Osman derbarê heman mijarê de axivî û wiha got:
“Tiştê ku tê dîtin, roj bi roj azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê kêm dibe, ji ber ku yasaya rojnamevaniyê nayê şopandin.
Girtina rojnamevanan bê sedeme û binpêkirina mafên rojnamevanan e.
Ger hiqûq bi ser bikeve, dê qanûna rojnamevaniyê were pêkanîn û tu rojnamevanek bi binpêkirinan re rû bi rû nabe.”
Her wiha Rojnamevan Mehmûd Namo jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha pê de çû:
“Azadiya raman, di çarçoveya rêzgirtina ji rojnamevanan de, azadî û demokrasiyê pêk tîne.
Ev jî erkê rêxistinên civaka sivîl, di serî de erkê saziyên ku azadiya rojnamevanan diparêzin e.”
184 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin