Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê cezayên giran ên di Doza Kobanê de hatine birîn şermezar kir û got: “Ev doz dozeke siyasî ye, dadgeha ku ev biryar da dadgeheke qirkirinê ye.
Her kesê alîgirê demokrasî, azadî û pergala demokratîk e, divê di çarçoveya demokratîkbûna Tirkiyê de hêzên xwe bigihîne hev.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê cezayên giran ên di Doza Kobanê de hatine birîn şermezar kir.
KCK’ê diyar kir ku di doza Kobanê de girîngiya têkoşînê careke din eşkere bûye û got:
“Mezinkirina têkoşînê bi piştevanî û yekîtiyê ji bo hêzên demokrasiyê û siyaseta demokratîk pêwîstiyeke.
Ev doz diyardeya herî zelal a zîhniyeta dij-kurd e.
Ev doz ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye pêşxistin e.
Ev doz dozeke siyasî ye, dadgeha ku ev biryar da dadgeheke qirkirinê ye.”
KCK: Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye
KCK’ê anî ziman ku Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo siyaseta demokratîk bêdeng û tasfiye bike, ev doz vekir û got:
“Xala ku AKP-MHP’ê ku di qirkirina Kurdan de israr dike Tirkiye gihandiye asteke nebaş .
Dewlet bi temamî ji aliyê çete, mafya û mêtingeran ve hatiye serdestkirin û civak di nava feqîriyeke mezin de hiştiye.
Her kesê alîgirê demokrasî, azadî û pergala demokratîk e, divê di çarçoveya çareseriya doza Kurd de hêzên xwe bigihîne hev.”
KCK: Birayarê di doza Kobanê de hatin girtin rastiya AKP derxist holê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî ev yek got:
“Li Tirkiyê her hêzek ku xwe weke muxalefet pênase bike û bi cih bike, divê nebe xwedî helwestên ku polîtîkayên AKP-MHP’ê rewa bike.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi gelê Kurd, gelên Tirkiyê, pêşeroja civakê, demokrasî, azadî û hiqûqê re di nava şer de ye.
Biryarên di Doza Kobanê de hatin girtin rastiya AKP’ê derxist holê.”