Tevgera Azadî daxwaza parastina deskeftiyên Rojava kir

Şandeyeke Tevgera Azadî serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir û di hevdîtinê de daxwaza parastina deskeftiyên Rojava û naskirina statûya Rojava derkete pêş.

Şandeya bi serokatiya Hevserokê Tevgerê Mihemed Ebdulla di serdana xwe de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Her wiha di hevdîtinê de daxwaza parastina deskeftiyên Rojava û naskirina statûya Rojava hat kirin.

Hevserokê Tevgera Azadî ya herêma Silêmaniyê Azad Mihemed diyar kir ku rêveberiya Bakur û Rohilatê Sûriyê bûye hêviyek ji bo gelên Rojhilata Navîn ku karîne azadî û bihevre jiyanê pêş bixin.

Azad Mihemed diyar kir ku şoreşa Rojava têkoşîneke mezin ji bo azadiyê Kurdistanê bidest xistiye.

Mihemed daxwaz ji gelê Kurd kir ku xwedî li destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê derkevin û hewl bê dayîn ku statûya Rojava di asta navnetweî de bi awayeke fermî were naskirin.

Back to top button