Di hilbijartina serokdewletiya Perû de çepgir Castillo qezenc kir

Di tura 2. a hilbijartina serokdewletiya Perû de çepgir biser ketin.
Êdî Pedro Castillo bi awayekî fermî bû serokdewletê Peru.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Dîwana Hilbijartinê ya Neteweyî (JNE) ve hat dayîn, di tura 2. a hilbijartinê de pêşbazî dinavbera du namzetên herî zêde deng standîn de pêk hat.

Partiya Perûya Azad a Castillo 8 milyon û 836 hezar û 380 deng bi dest xist û ev jî dike ji sedî 50.12.

Tura despêkê ya hilbijartinê 11 Nîsanê pêk hatibû.

Di encamên hilbijartinê yên piştî 43 rojan hate ragihandin de, rikberê Castillo yê Partiya Hêz a Populer Keiko Fujimorî ji sedî 44,58 deng stand.

Keiko Fujimori jî ragihand ku ew encama hilbijartinê dipejirîne.

Fujimori beriya niha li hemberî 200 hezar dengî nerazîbûn nîşan dabû.

Namzetê ku di hilbijartinê de biser ketî, wê di salvegera sexwebûna 200. a Perû ku roja 28’ê Tîrmehê ye hikumetê dewir bigre.

Ev hikumet jî wê di navebra 2021-2026’an de erk bigre.

Back to top button