Pakistan: 46 leşkerên Efxanî derbasî aliyê me bûn

Artêşa Pakistanî ragihand ku 46 leşkerên Efxanistanî ji ber jidestdana kontrolê, berê xwe da Pakistanê.

Artêşê got ku fermandarê artêşa Efxanistanî piştî pêşketina çekdarên tevgera Talîbanê, destûr da ku di dergeha Şîtralê ya sînorî re derbasî Pakistanê bibin.

Artêşê da xuyakirin ku her 46 leşker piştî erêkirina desthilata Pakistanî derbas bûn û niha derman pêwîstiyên jiyanî ji wan re tên pêşkêşkirin.

Efxanistan: 187 çekdarên talîbanê hatin kuştin û 110 jî birîndar bûn

Li aliyekî din, Wezareta Parastinê ya Efxanistan ragihand ku di nava 24 saetan de li Kendehar û gelek deverên din, 187 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku 110 çekdar birîndar bûne û 2 jî hatin girtin.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê, agirê şerê navbera hikûmet û Talîbanê bêtir gur bûye.

Back to top button