Di nava meha Tîrmehê de ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Minbicê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê encama êrişên dewleta Tirk ên meha Tîrmehê, eşkere kir.
Li gorî navendê dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser 18 gundên Minbicê.
Navendê diyar kir dewleta Tirk ji baregehên xwe êrîşî wan gundan kiriye.
Navendê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 560 top avêtin malên sivîlan û zevîyan.
Ji ber van êrîşan zarokekî jiyana xwe ji dest da, 5 mal wêran bûne, 4 sivîl birîndar bûn û darên gundên Siyade û Dendeniye şewitîn.
Hat diyar kirin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê besiva van êrîşan da, di encamê de 16 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.
Her wiha hat diyar kirin 5 hewldanên derbasbûna herêmê hatin têk birin, wesayîteke doçka û 2 topavêj hatin rûxandin.