Lehiya ku demek e li hin deverên Çînê, Sîşwan jî di nav de rabûye, li peya xwe ziyanên mezin hiştine.
Televizyona Fermî ya Çînê CC ragihand “Barana dijwar hişt ku li herêma Sîşwan a başûr-rojavayê Çînê, ziyanên aborî yên mezin derkevin.”
Televizyonê eşker jî kir ku tenê roja Şemiyê, bi qasî 38 melyon û 57 hezar dolar ziyan giha deverê.
Di demên derbasbûyî de; li 6 bajaran ziyan li 121 hezar û 600 kesî bû û bi kêmanî 45 xanî hilweşiyan.
Meha borî li herêma Xinan a li naverasta Çînê bahozên xurt çêbûn û baraneke zêde bariya..