Welatiyek li Behdînanê di êrîşa balafirên Tirkiyê de şehîd bû

Di bombebarana balafirên şer yên dewleta Tirk de welatiyek li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

Balafiran îro gundê Dêşîşê yê bajarokê Kanîmasiyê bi dijwarî bombebaran kir.

Di encama êrîşa balafiran de welatiyê bi navê Îbrahîm Hesen şehîd bû.

Li gorî agahiyan, gundiyên Dêşîşê yê girêdayî bajaroka Kanîmasî ya Amedîyê îro çûbûn nav bax û baxçeyên xwe avdanê bikin.

Îbrahîm Hesen û çend gundiyên din jî ji bo avdana baxçeyên xwe li pişta gund av berdidan.

Hat diyar kirin di wê gavê de balafirên şer yên Tirkiyê êrîş pêk anîn û di encamê de Îbrahîm Hesen şehîd bû.

Gndiyan ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk ên li nêzî gund jî bêserûber gund bi doçkayan gulebaran kirine.

Hat gotin gelek gule li mizgefta gund û malan jî ketine û ziyan çêbûye.

Welatiyan cenazeyê Îbrahîm Hesen veguhestine nexweşxaneya Zaxo û xelkê herêmî jî dijî êrîşên dagirkeriyê pir bihêrs bûne.

Hat gotin ku Îbrahîm Hesen bavê 6 zarokan e.

Back to top button