Her wiha li Berlînê paytexta Elmanyayê ye Mam Zekî di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn.
Bîranîn ji aliyê rêxistina sîwan a jinên Êzidî li Berlînê hat organîzekirin.
Di bîranînê de endama rêxistina sîwan a jinên Êzidî Nûre Alkiş axivî û got:
“Wisa fikirîn ku di şexsê mam zekî de wê hemû Êzidiyan qir bikin, lê dîtin ku ev tişt xwe-xapandin e.”
Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Dayê Gozê jî diyar kir ku îro bi hezaran Zekî, bi hezaran Egîd ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin.
Her wiha pêwîst e em wê têkoşînê bilind bikin û xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Dawiya Merasîmê, li ser jiyan û têkoşîna şehîd Mam Zekî sinivziyonek hat pêşkêş kirin.