Li hemberî bêdengiya welatên ereb û Komkara Ereban derbarê sûcên dewleta Tirk de, eşîrên Tebqayê nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Rûspiyê êla El-Weheb a Tebqayê Cemal El-Nihîtir diyar kir “Ji beriya 10 salan ve dewleta Tirk a dagirker sûcan li Sûriyê pêk tîne û da zanîn ” Ew weke gelê herêmê bi hemû derfetên heyî hewl didin herêmên xwe ji dijminan biparêzin.”
El-Weheb daxwaz ji Komkara Ereban û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê kir ku dev ji bêdengiya xwe derbarê van êrîşan de berde.
Rûspiyê êla El-Begara ya Tebqayê Ebdullah El-Midehî jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Bexda, Şam û Komkara Ereban ên li hemberî sûcên dewleta Tirk, da û bang kir ku hemû li hemberî binpêkirin û zêdegaviyên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê biryarên tund bistînin.